Brîtanya tîmeke leşkerî dişîne ser sînorê Polandayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê, ji bo alîkarkirina bi Polandayê re di pirsa koçberan de, hêzeke leşkerî şand ser sînorê wî welatî.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê li twittera xwe belav kir, bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan û li gor rêkeftinekê bi hikûmeta Polandayê re, tîmeke leşkerî ya biçûk li ser sînorê wî welatî hat belavkirin.

Wezîrê Berevaniyê ya Polandayê Mariusz Blaszczak jî îro bi riya "Twitter" piştrast kir, leşkerên hêzên endezyarî yên Brîtanî dê bi artêşa Polandî re têlbendê li ser sînorê bi Belarusê re deynin.

Seroka beşa zimanê Kurdî li zanîngeheke Polandayê Ciwana Bojeniska got: “Derbasbûna do sînorê Belarus-Polandayê ye, ne yasayî ye. artêşa Belarus koçberan didize û bi zorê wan dehf dide ser sînor.”

Bojeniska got: “Artêşa Polandayê bi berdewamî çavdêriya sînor dike û rê nade koçber ji wî alî derbas bibin. Her kesê derbas bibe jî, dê ji bo Belarus were vegerandin.”