Pêşangeha “di tûrikê de” êşa Kurdan radixe ber çavan

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Amûra tûrikê ku ji bo barkirina kelûpelan tê bikaranîn lê li hin deverên Bakurê Kurdistanê bo barkirina termên gênc û zarokan hate bikaranîn. Hunermendê Kurd ê Semsûrî Alî Bozan li Stenbolê di pêşangeha xwe de bûyerên dilêş û trajîk ên Kurdan bi şêwazeke ciyawaz di ser metefora tûrikê re radixe ber çavan.

Tûrik ku di dîroka mirovahiyê de bi mebesta barkirina kelûpelan hatiye bikaranîn lê di sedsala 21an de li erdnîgariya Kurdan ji bo barkirina termê mirovan hatiye bikaranîn. Ev pêşangeh jî di ser tûrikan re êş û kesera Kurdan nîşan dide.

Hunermendê Semsûrî Alî Bozan ku ev pêşangeh vekiriye ragihand, tûrika ku wek amûrek çandî bo jiyana rojane tê zanîn lê bo miletekî dibe sembola mirinê û ya herî trajîk jî ew e ku ev bûyerên dilêş bi xemsariya civakê wek bûyerên basît û ji rêzê tê dîtin.

Hunermend Alî Bozan ji K24ê re got: “Di pêşangehê de min xwest ez bi xebatên hunerî bala mirovan bikêşînim ser êş û kesera herêma me ku gelek bûyerên dilêş rû dan. Dema komkujiya Roboskî, û di şerê xendekan de bûyerên rû dan di bîra mirovan de ma û ev tesîr li min jî kir. Kuştin û talankirina li herêma me Kurdan jî di ser metefora tûrikê re min xwest raxim ber çavan. Loma min navê pêşangehê jî wek “di Tûrikê de” ragihand.”

Pêşangeh, Kurdên dema komkujiya Roboskî hatin qetilkirin û li ser pişta kerê di nav tûrikê de hatin barkirin, dema şerê xendekan termên li ser kolanan bi rojan mabû, bavekî Wanî ku termê kurê xwe di nav berfê de bi tûrikê bar dike û bi navê “Rêya Herî Dirêj” hatiye destnîşankirin tîne ber çavê mirovan.

Şanoger Galîp Gorur dibêje: “Huner carna êşa civakê carna jî dilxweşiya civakê nîşan dide. Pêşangeha vir, êşa miletê Kurd radixe ber çavan. Berhemên em li vir dibînin, li dijî komkujiya Roboskî rexneyeke mezin e. Bi rêya hunerê nîşandana êş û bûyerên mezin bi ya min gelek bi qîmet e.”

Grafîker Berwar Berwarî jî got: “Li dinyayê bûyerên bi vî rengî gelek hene. Yên herî ber bi çav êş, birin û bindestiya Kurdan e. Bêguman mirovên ku werin van xebatan bibîne bêguman dê tesîrdar bibin.”

Pêşangeha bi navê di tûrikê de ku li Stenbolê tê sazkirin heta 21ê Mijdarê dê vekirî be.