Dolar asta 10 lîreya Tirkî dît

Buhayê lîreya Tirkî di dîroka xwe de dakete asta xwe ya herî kêm.
Dirav
Dirav

Navenda Nûçeyan (K24) – Buhayê lîreya Tirkî di dîroka xwe de dakete asta xwe ya herî kêm û buhayê yek dolar, bû 10 lîreya Tirkî.

Piştî ku dolar li hember lîreya Tirkî derketibû asta 9,97 îro derket lûtkeya herî bilind û bû 10 lîre.

Pispor diyar dikin; piştî ku li Amerîkayê datayên enflasyonê yên hatine belavkirin di 31 salên dawî de enflansyona herî bilind e û ji ber nîgeraniya ku zêdebûna faîzê beriya dema diyarkirî were ragihandin, daxwaza li ser dolarê ya cîhanî zêde bûye.