Tanrikulu: Divê komkujiya Helebceyê wek tawana li dijî mirovahiyê bê pejirandin

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu li Diyarbekirê li ser pêşketinên dawî daxuyaniyekî belav kir.

Diyarbekir (K24) - Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu li Diyarbekirê li ser pêşketinên dawî daxuyaniyekî belav kir.

Sezgîn Tanrikulu bal kişand ku roja Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamît Gul hatibû Diyarbekirê, ji 19 kesên ku hatibûn desteserkirin, pirsa çalakiya bibîranîna qetliama Helepçeyê, bi pirsa ‘qaşo çalakiya komkujiya helepçeyê’ hatiye pirsîn û nerazîbûn nîşan da ku hêj jî komkujî û qetliama mezin ku bi serê gelê Kurd de hatiye, bi pirseke ku ’qaşo’ li serî be tê pirsîn.

Tanrikulu da zanîn ku divê êşa mirovan neyê biçûkkirin û lê bêrêzî neyê kirin. Me wek CHP di 1ê Nîsana 2013an de pêşnûme daye ku li Parlamentoya Tirkiyeyê Komkujiya Helepçe wek tawanekî li dijî mirovahiyê bê pejirandin. Lê ew pêşnûme ji aliyê desthilatê ve hatiye red kirin.

Sezgîn Tanrikulu ragihand ku ji ber hilbijartin nêzîk dibin, AK Partî dîsa behsa ku kêşeya Kurd çareser kirine û êşkence nemane jî dike. Pirsa Kurd çareser bibûya, dê bi qaşo lê kirine jî pirsa komkujiya Helepçe nehata kirin û hêj jî bi Kurdî axaftin bi mercan nedihat sînordarkirin.