Brîtanya daxwazê ji Rûsya dike zextê li Belarusê bike

Brîtanya ji bo çareserkirina krîza koçberan daxwazê ji Rûsya dike zextê li Belarusê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss daxwazê ji Rûsya dike, zextê li rayedarên Belarusî bike ta ku krîza koçberan li ser sînorê Belarus-Polandayê bi dawî bike.

Truss gotarek li rojnameya "Sunday Telegraph" weşand û tê de ragihand,: "Aşkere ye ku Rûsya berpirsyar e. Divê zextê li rayedarên Belarusê bike ta ku dawî li krîza koçberan bînin û diyalogê bidin destpêkirin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê herwiha rexne li Mînskê girt û got: "Zêdebûna rûbirûbûna li ser sînorê Polandayê, tedbîra herî dawî ya rejîma Serokkomar Aleksander Lukaşenko ye ji bo têkdana ewlekariya herêmê.

Truss tekez kir, welatê wê dê li kêleka hevpeymanên xwe yên li navçeyê raweste û bal kişand ser wê yekê ku hêzên Birîtanya dê alîkariya desthilatên Polandayê bikin ji bo bihêzkirina ewlehiya sînorên bi Belarusê re.

Rewşa li sînorê di navbera Belarus û Polandayê de her ku diçe aloztir dibe ku bi hezaran kesên dixwazin bikevin Yekîtiya Ewropayê hîn jî li wir asê mane.