Bi sedan hezar ton sêvên Rojhilatê Kurdistanê bê kiryar dimînin

Salane bi sedan hezar ton sêvên parêzgeha Urmiyê bi nirxên guncaw nayin firotan

Navenda Nûçeyan (K24) – Salane bi sedan hezar ton sêvên parêzgeha Urmiyê bi nirxên guncaw nayin firotan û beşeke din jî bi erzanî tê firotin. Cotkar jî dibêjin ku hikûmet asankariyê ji hinardekirina sêvan nake.

Li gor amarên fermî yên Navenda Çandiniyê ya Urmiyê, îsal nêzîkî 350 hezar ton sêv li ber metirsiya têkçûnê ye û li bazaran daxwaza li ser wan kêm e.

Sefyedîn Ezîwer ku xwediyê baxçeyekî sêvan e dibêje: “ Niha me sêvên xwe çinîne û li benda kiryaran e, di van rojan de eger em bi nirxê em dixwazin nefiroşin, jê û pê ve em ê neçar bibin bi erzanî bifiroşin.”

Tenê li parêzgeha Urmiyê, salane 1 milyon 300 hezar ton sêvên curbicur tê berhemanîn. Beşek ji wan li nava baxçeyan tên, beşeke din jî di sardexane û komgehan de tên rakirin. Lê belê sêvên ku wek “pileya sêyem” tê hejmartin û tenê kargeh wan dikirin, bê kiryar dimîne.

Destpêkê, biryar bû hikûmet sêvan bikire, lê li biryara xwe poşman bû. Niha jî bazirgan daxwazin bi nirxekî gelekî erzan wê cureya sêvan bikirin.

Xwediyên baxçeyan û berpirsên Navenda Çandiniyê ya Urmiyê destmîşan dikin, herçend e parêzgeha Urmiyê bi navenda sêvên Îranê tê nasîn, lê kêmtirîn kargeh û sardexane lê hene, ji ber wê jî sêvên wan bi nirxekî gelekî erzan tên firotan û asankarî ji hinardekirina wan jî nayê kirin.