Mafnas: Kesên rola wan di kuştinên 90î de hene hîn karîger in

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Derbarê mafnasên Kurd de ku di salên 1990an de li Tirkiyeyê hatibûn kuştin li Stenbolê panelekê hat sazkirin. mafnasên beşdarî panelê bûn ragihandin, kuştinên salên 90î polîtîkaya dewletê bû û kesên rola wan di kuştinên wê demê de hene hê jî di rêvebirina vî welatî de karîger in. Xizm û parêzerên kesên hatine kuştin amaje kirin eger li Tirkiyeyê dadgeh biryara cizakirina sûcdaran nede ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin da ku sûcdar werin cizakirin.

Mafnasên Kurd ku di salên 1990an de li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina kêşeya Kurd hewl didan û bi rêbazên kontrgerîlla ve hatibûn kuştin li Stenbolê di panelekê de hatin bibîranîn.

Mafnas Eren Keskîn da zanîn kesên di kuştina hiqûqnasên Kurd de rola wan hene tevî mikûrlixwehatinan nayên cezakirin û di rêvebirina vî welatî de karîger in.

Mafnas Eren Keskîn ji K24ê re got: “Di salên 1990an de kuştina karsaz, parêzer û siyasetmedarên Kurd polîtîkaya dewletê bû. Jixwe ev tişt, ji aliyê Tansû Çîller a Serokwezîra wê demê ve jî hat gotin. Eger li vî welatî edalet hebûya, dozger lêpirsînek dida destpêkirin û rayedarên wê demê ku rola wan di kuştinan de heye wê bihatana cizakirin. Heta opozîsyon û civaka vî welatî li ser vê meseleyê bertekeke ji dil nîşan nede, neheqî û zilm li vî welatî dê bidome.”

Yek ji mafnasên Kurd ku di 1994an de hat qetilkirin Medet Serhad e ku ji bo doza Kurdî gelek xebat kiribû. Kurê wî Rûmet Serhad ragihand bi salan e doza bavê wî berdewam dike lê hêj negihiştineke encamekê û dadgeh dozê tim paş dixe, loma tu hêviya wî ji daraza vî welatî nemaye.

Rojnamevan Rûmet Serhad dibêje: “Proseya niha ya darazê wekî lîstika şanoyê ye. Daxuyaniyên kesên di kuştina bavê min û hiqûqnasên din ên Kurd de para wan hene bi awayeke zelal nîşan dide ku rayedarên wê demê biryara kuştinê daye lê hêj ew serbest in. Gelek caran doz pêk hat lê kesên berpirs nehatin cizakirin. Tinaza xwe bi me dikin. Loma tu hêviya min ji daraza vî welatî tune.”

Parêzerê doza mafnasên Kurd Sertaç Ekîncî amaje pê kir meha Çileyê doz dê careke din pêk were, eger der barê sûcdaran de biryara beraatê were dayîn dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê bidin.

Parêzer Sertaç Ekîncî diyar dike: “Dadgeha herêmî der barê sucdaran de biryara beraatê da. Me jî îtîrazê biryarê kir û dadgeha îstînafê biryara beraatê red kir. Paşê biryar hat dayîn doz di Çileyê de ji nû ve dê dest pê bike. Lê bi ya min dîsa biryara beraatê wê were dayîn. Wê demê em ê serî li Dadgeha Bilind bidin. Lê eger ji wir jî encamek bi dilê me dernekeve em ê axirî serî li Dadgeha Destûra Bilind a Ewropayê bidin da ku sûcdar werin cizakirin.”

Atîlla Kiyat ê serbazê payebilind ê artêşa Tirk ragihandibû kuştinên salên navbera 1993 û 1997an polîtîkaya dewletê bû. Rayedarên hikûmeta wê demê kuştinên wê çaxê piştrast kiribûn lê tevî van rûdanan kesên berpirs nehatin cezakirin