Serokwezîr rizamendî li ser xerckirina budceyek ji bo Tendirustiya Zaxo nîşan da
Zaxo (K24) – Li gor daxuyaniyeke ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina milyarek û 668 milyon dînar ji bo sektora tendirustiyê ya li Zaxoyê nîşan da.
Piştî hewl û bizavên berdewam ên Serperiştyarê Îdara Serbixwe ya Zaxoyê, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, WezîrêTendirustiyê serdana îdara serbixwe ya Zaxoyê kir û pêwîstiyên sektora tendirustiyê bi vî awayî bêne dabînkirin:
1 – Dabînkirina budceya mehane bi qasî sed milyon dînaran ji bo Tendirustya Zaxoyê hatiye terxankirin.
2 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Giştî ya Bêdarê ya li Zaxoyê û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û pêncî û du milyon dînaran.
3 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Hawarhatinê li Zaxo û dabînkriina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û şêst û şeş milyon dînaran.
4 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Zarokbûnê ya li Zaxo û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û sî û heşt milyon dînaran.
5 – Nûjenkirina bingehên tendirustiyê yên Delal, Xabûr, Barzan, Tilkeber, Seîd Pîran û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pênc sed milyon dînaran.
6 – Nûjenkirina Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Zaxo û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pêncî milyon dînaran.
7 – Nûjenkirina bingeha tendirustiyê ya Barzan û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pêncî û heşt milyon dînaran.
8 – Danîna sîstema IT û kamerayan ji bo hemû nexweşxaneyan bi qasî du ser û çar milyon dînaran.
9 – Dabînkirina otomobîleke tezandinê (brad) bo dermanan û 6 ambulans.