109 xwendekarên Efxanî ji bo perwerdeya zanîngehê hatine Silêmaniyê

"Heta dawiya îsal hejmara xwendekarên Efxanî dê bigihîje 300 kesan."
Hejmarek xwendekarên Efxanî li Silêmaniyê
Hejmarek xwendekarên Efxanî li Silêmaniyê

Hewlêr (K24) – Rojnameya New York Times belav kiriye ku heta niha 109 xwendekarên Efxanî gihîştine Silêmaniyê ji bo perwerdeya zanîngehê temam bikin, biryar e heta dawiya salê ev hejmar bo 300 xwendekaran zêde bibe, herwiha hat destnîşankirin ku xwendekarên Efxanî bêyî pasaport û vîze hêsankarî ji bo wan hatiye kirin, da ku werin li vî bajarî bixwînin.

Piştî ku Tevgera Talîbanê di meha Tebaxê de li Kabula paytexta Efxanistanê nêzîk bû, xwenderkarên Zanîngeha Amerîkî hewl derketina ji Efxanistanê dan, ji ber ku Talîban wan weke "kafir" bi nav dike.

Dema Talîban bajarê Kabulê kontrol kir, Zanîngeha Amerîkî ku ji aliyê darayî ve ji hêla Amerîkayê ve dihat piştevanîkirin, weke "stargeha kafiran" bi nav kir, xwendekarên wê jî weke "sîxûr" wesf kir.

Xwendekareke Zanîngeha Amerîkayê ya bi navê Neda, tevî çend hevalên xwe hemû belge û tomarên xwendekaran di nava çend demjimêran de şewitandin, da ku nav û navnîşanên xwendekaran nekeve destê Talîbanê.

Neda diyar kiriye ku her çiqas karmendên biyanî yên Zanîngeha Amerîkî ya li Efxanistanê demildest bo Balafirgeha Kabulê hatine veguhestin, lê xwendekarên Efxanî ji balafirgehê hatine derxistin û ji wan re gotine "hûn Efxanî ne û ne biyanî ne", loma rewşa wan xwendekaran li derveyî balafirgehê gelek xirab bûye.

Piştre biryar hatiye dayîn ku ew jî werin rizgarkirin û di 21ê Tebaxê de Neda û çend xwendekarên din ên Efxanî bi rêya geşteke Qeterê, ji Efxanistanê derketine, Neda dibêje: “Ti bijardeyeke me ya din tune bû.”

Neda eşkere kir: “Me ji malbata xwe re negot me dibin Iraqê, ji ber ku em dizanin ji malbatên me re hatiye gotin ku 'li Iraqê teqîn û rêxistina DAIŞê hene', loma em neçar man ku vê mijarê eşkere nekin.”

Xwendekareke din a bi navê Maşal dema ligel karwana yekem a xwendekarên Efxanî gihîştiye Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê, fêm kiriye ku ew metirsî tune ye ku jê ditirsiyan.

Xwendekarên Efxanî dema gihîştine Silêmaniyê, ji aliyê Serokê Zanîngeha Amerîkî ü mamosteyan ve di nîvê şevê de hatine pêşwazîkirin û dema dîtine ku dîwarên zanîngehê bilind nînin û bi hêzên ewlehiyê nehatine dorpêçkirin, mat mane.

Heta niha 109 xwendekarên Efxanî gihîştine Silêmaniyê ji bo ku li Zanîngeha Amerîkî bixwînin, tê pêşbînîkirin ku heta dawiya îsal hejmara xwendekarên Efxanî bigihîje 300 kesan, ku bêyî pasaport û vîze ji aliyê Serokomarê Iraqê ve hêsankarî ji bo wan hatiye kirin.

109 xwendekarên Efxanî li Silêmaniyê ne