Serokê Belarusê biryar da koçberan vegerînin welatên wan

Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko ragihand; welatê wî li ser vegerandina koçberan bo welatên wan dixebite.
Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê
Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko îro duşemê 15ê Mijdara 2021ê ragihand; welatê wî li ser vegerandina koçberan bo welatên wan dixebite, ku piraniya wan xelkê Rojhilata Navîn in û çûne Belarusê.

Ajansa AFP ragihand; Serokê Belarusê biryar daye, koçberên ku li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, vegerînin welatên wan.

AFP eşkere kir ku ajansa fermî ya Belarusê ragihandiye; Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko biryar daye li ser wê yekê bixebite ku koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê razî bike ku vegerin welatên xwe.