Erebên hawirde hewl didin gundekî Kurdistanê dagir bikin

Îro hejmarek Erebên hawirde hatine ser gundê Şinaxe yê li sînorê nahiya Sergeran û dixwazin gund dagir bikin.
Kombûna xelkê gundê Şinaxe ji bo rêgiriya li dagirkeriya Erebên hawirde, wêne: Hêmin Delo/K24
Kombûna xelkê gundê Şinaxe ji bo rêgiriya li dagirkeriya Erebên hawirde, wêne: Hêmin Delo/K24

Kerkûk (K24) – Îro hejmarek Erebên hawirde hatine ser gundê Şinaxe yê li sînorê nahiya Sergeran û dixwazin gund dagir bikin û li derdora gund çadirên xwe deynin, xelkê gund jî rêgirî li wan dikin û dibêjin ku ew qebûl nakin axa wan were dagirkirin.

Nûçegihanê K24ê Hêmin Delo ragihand: “Ew Ereb di serdema Be'sê de hatibûn bicîkirin, piştî sala 2003an axa dagirkirî bi cih hîştin û çûn, ku bi navê 'Erebên 10 hezarî' têne nasîn, piştî 16ê Cotmehê careke din vegeriyan deverêb Kurdistanî û dixwazin erdên Kurdan dagir bikin.”

'Erebên 10 hezarî' ji wan kesan re tê gotin ku hejmara wan 10 hezar kes bûn û di serdema Be'sê de hatibûn deverên Kurdistanî û pere û xanî ji wan re hatibûn dayîn û erdên Kurdan dagir kiribûn.

Nûçegihanê me eşkere kir: “Ji sibeha îro ve hejmarek Erebên hawirde hatine gundê Şinaxe û çadir danîne, dibêjin ev gund gundê me ye û şêniyên gund jî rêgirî li wan dikin.”

Nişteciyekî gundê Şinaxe ji K24ê re diyar kir: “Ew Erebên 10 hezarî ne û Şîe ne, ji başûrê Iraqê hatine vê demê û dixwazin gundê me dagir bikin, me jî hêzên xwe yên ewlehiyê agahdar kirine, eger ew wan dûr nexin, em ê wan dûr bixin.”

Welatiyekî bi temen ê nişteciyê gund dibêje: “Em ji sala 1963an ve di vê rewşê de ne û çavên Ereban li axa me ye, tenê ji ber ku em Kurd in vê yekê li me dikin, eger di ser laşên me re jî derbas bibin, em nahêlin gundê me dagir bikin, em naxwazin karên neyasayî bikin, lê eger berevaniya mafên me neyê kirin, em neçar in ku bi xwe berevaniya xwe bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Erebên hawirde vê carê hatine çadir li gundê me danîne û jinên xwe jî bi xwe anîne.”