Stêra operaya cîhanê Svetlana Kasyan berhemekê bi zimanê Kurdî diweşîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a Rûsyayê û stêra navdar a operaya Rûsya û cîhanê Dame Svetlana Kasyan yekem strana xwe bi zimanê Kurdî diweşîne.

Hunermenda Kurd Svetlana Kasyan, strana folklorî “Hoy Nêrgiz” bi awayê operayê dibêje û piştî tomarkirina deng û kişandina klîpa wê, bi riya Kurdistan24ê re dişewîne.

Dame Svetlana Kasyan ji K24ê re got: “Ji min re rûmeteke mezin e û cihê dilxweşiyê ye ku yekem berhema xwe ya bi zimanê dayikê biweşînim. Ev berhema min a bêhempa di albûma min a nû de cih digire ku min tê de bi 13 zimanên cuda stran gotine.”

Svetlana Kasyan stranbêjeke operaya Rûsya û Cîhanê ye, zêdetir ji 25 salan e li ser dikên şanoyên mezin ên cîhanê stranên operayê distire. Çend caran Papayê Vatîkanê jî li kosertên wê beşdar bûbû û ji ber kar û xizmeta wê ya hunerî, Papa Francis medelyaya (Şasiwarê Silvisterê Pîroz) û nasnava (Dame) pêşkêşî wê kir. Svetlana Kasyan yekem hunermenda jin e li ser asta cîhanê û di dîroka Vatîkanê de, vê xelatê werdigire.

Dame Svetlana Kasyan li bajarê Batumî yê Georgia sala 1984an di malbateke Kurd a Êzidî ji dayik bû. Svetlana di temenê 9 saliyê de ligel malbata xwe çû Kazixistanê. Svetlana Kasyan li bajarê Aktobe ya Kazixistanê li Fakulteya Muzîkê dest bi xwendinê kir û sala 2006an derçû. Paşê li Enstîtuya Moskowê Çaykovskî xwend. Svetlana Kasyan di salên 2009-2011 de jî endama bernameya ciwanan a Şanoya Bolshoi bû.