Cîgirê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel hat girtin

Di derheqê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel de, biryara girtinê hat dayîn.

Diyarbekir (K24) – Di derheqê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel de, biryara girtinê hat dayîn.

Siyasetmedarê Kurd Bayram Bozyel, di 8 Mijdarê de, hatibû destserkirin û 24 demjimêr jî hevdîtina wî ya bi parêzer re hatibû qedexe kirin. Bayram Bozyel û 18 kesên din ku pê rê hatibûn desteser kirin, îro li dadgeha Diyarbekirê hatin darezandin û ji bo Bayram Bozyel û 15 kesen din biryara girtinê, ji bo 2 kesan jî biryara hevsa li malên xwe hat dayîn.

Parêzerên Bayram Bozyel, dan zanîn ku Bozyel bi piştgirîdayîna rexistinên deryasayî hatiye tawanbar kirin û hêncetên wek: stranên bi Kurdî, hevandina weşanên qedexe, di daxuyaniyan de bikaranîna peyvên Kurd û Kurdistan, herçar parçê Kurdistanê hatine nîşandan û bi wan hêncetan jî wek piştgirî û hevkariya KCK’ê hatiye tawanbar kirin û ceza kirin.

Yek ji parêzerên Bozyel, Hasan Dagtekîn, ragihand ku tu pênwendiyên Bayram Bozyel, bi rêxistinên der yasayî re tune ye, lê tiştên ku siyasetmedarekî Kurd bikar bîne, wek hênceta girtina wî hatine nîşandan.