Serok Barzanî pêşwazî li Bafil Talebanî kir

Tekezî li yekrêziya niştimanî ya Kurd û yekxistina hewlan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Bafil Talebanî kir.

Di hevdîtinê de, piştî nirxandina rewşa giştî û pirsên niha, tekezî li yekrêziya niştimanî ya Kurd û yekxistina hewlan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, qonaxa nû ya Iraqê û piştî hilbijartinan behs kirin û girîngiya yekxistina gotara Kurdî li Bexdayê bi pêwîstî hat zanîn û daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ji bo yekîtî û yekrêziya mala Kurd hate dubarekirin û tekezî li ser projeyeke hevbeş a niştimanî hate kirin li ser binemaya berjewendiya netewî ji bo tevahiya pirsên siyasî û dariştina bernameyeke hevbeş a dualî, ji bo serederîkirina ligel pirsa pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê û çespandina perensîpên şeraketê di hikumraniyê de û cibicîkirina daxwazên welatiyan û bicihkirina aramiyê.