Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im sînemakarên Kurd dîroka gelê Kurdistanê bi riya sînemayê bigihînin cîhanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma vekirina 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma vekirina 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, li gor karînan, her  piştevaniyeke madî û manewî pêşkêşî karê hunerî dikin û pabend in bi pêşxistina kultur û hunerê, lê mixabin ew karesatên bi serê Kurdan de hatine, wek pêwîst di sînemayê de reng venedaye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de pêşwazî li mêvanan kir û got: “Min bihîst ku tîmeke hunermend û sînemakarên Efxanî li vir in, bixêrhatina germ li wan dikim, ji ber ku rewşa welatê wan jî wek ya welatê me dijwar e.”

Herwiha got: “Cihê dilxweşiyê ye, di vê festîvalê de sînemakarên Herêma Kurdistanê û cîhanê beşdar in. Ev cure festival, deriyên girîng in ji bo pêşketina sînema, huner û nasandina Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir jî: “Sînema dikare roleke bi bandor di proseya hişyarkirina civakê de bibîne.”

Dîmenek ji festîvalê

Got jî: “Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîroka de, rastî bi dehan karesat, jenosayd, siyaseta nijadperestiyê û qirkirinê hatiye. Di pêncî salên borî de, tawanên hovane li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, lê mixabin ev tawan û dîroka trajedî ya gelê Kurdistanê, wek tê pêwîst di sînameyê de reng venedaye.”

Herwiha got: “Di dîroka gelê Kurdistanê de, bi sedan dastanên mêrxazî û qehremaniyê hene û gelek serkirde, rêber, kesayetî û welatparêz hene ku hêjayî wê yekê ne bibin mijarên sînema û kar li ser werin kirin.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de bal kişande ser wê yekê ku ciyografî û xwezaya Herêma Kurdistanê ji bo kişandina gelek fîlmên sînemayê guncaw e û di wê derbarê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sinemakaran dike ku bên wêneyên xwezaya Herêma Kurdistanê bigirin û em amade ne her hevkarî û pêştevaniyekê ji wan bikin.”

Dîmenek ji festîvalê

Tekez kir jî: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo pêşketina di warê kulturî û rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê dubare dike.”

Destnîşan kir jî: “Di du salên borî de, li gor karînan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya madî û manewî li karên hunerî kiriye. Lê di du salên bşorî de, ji ber qeyrana darayî û belavbûna vîrûsa Koronayê, Herêma Kurdistanê di rewşeke darayî ya dijwar de bû. Heta niha jî me nikariya vê qeyranê derbas bikin.”