Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye pirsa Kurdî çareser bikin

Serokê Herêma Kurdistanê: Netewên Kurd, Ereb, Fras û Tirk berî wan dewletên niha, her hebûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn derbarê Pirsa Kurd li welatên herêmê de ragihand, Netewên Kurd, Ereb, Fras û Tirk berî wan dewletên niha, her hebûn û got: Ji bilî hevqebûlkirin û pêkvejiyanê ti bijardeyeke me ya din nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Eger em li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê derbarê pirsa Kurd de binêrin, dubare ev pirseke navxwe ya wan welatan e. Pêwîst e her yek ji wan welatan di çarçoveya sînorê xwe de çareserkirina vê pirsgirêkê bi girîngî werbigire.”

Nêçîrvan Barzanî got jî, nabe Kurd li wan welatan bên cudakirin, lê belê divê cihê wan hebe, li gor giraniya xwe jî hevbeş be û beşdariyê di çêkirina biryarê de bike.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Netewên Kurd, Ereb, Fras û Tirk berî wan dewletên niha, her hebûn û bi hev re dîrok û cografiya wan a hevbeş heye. Bi dilniya jî ev netew dê wek cîran bimînin. Ji ber wê, ji bilî hevqebûlkirin û pêkvejiyanê ti bijardeyeke me ya din nîne.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Şer, kumkujî, zimanê hêz herçend dirêj dewam bike jî, li dawiyê her divê dest bi danûstandin û guftûgoyê bê kirin. Hewla hevqirkirinê herçend tund be û dirêj dewam bike, li dawiyê divê hevdu qebûl bikin. Divê em vê rastiyê bînin bîra xwe ku ti kesî ji me biryar nedaye em ji vir herin, ti kes ji me nahele, lewra pêkvejiyan di yek dewletê de rIya me ya çareseriyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Niha ku netewên Fars, Tirk û Ereb li vê herêmê xwedî dewlet in, erkê wan e ku mafên kulturî, siyasî û civakî yên Kurdan û pêkhateyên din ên di çarçoveya welatên xwe de bidin.