Serok Barzanî û Emmar Hekîm rewşa Iraqê gotûbêj dikin

Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî kir, ji bo nêzîkkirina nêrînên aliyên Iraqê, rola xwe ya cewherî bibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên nava qada siyasî ya Iraqê, derencamên hilbijartinên Iraqê û çend pirsên din ên proseya siyasî ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê daxwaz ji Serok Barzanî kir, ji bo bicihbûna aramiya siyasî û nêzîkkirina nêrînên aliyên Iraqê, rola xwe ya cewherî bibîne.