Robert Ford: Amerîka di alîkariya bi Pêşmerge re berdewam dibe

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Rober Ford: Amerîka di alîkariya bi Pêşmerge û artêşa Iraqê re berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Rober Ford radigihîne, Amerîka di alîkariya bi Pêşmerge û artêşa Iraqê re berdewam dibe. Got jî, niha ti planeke Amerîka ya vekîşîna ji Sûriyê tune ye.

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Rober Ford ji beşdarî buleya neçeyan a K24ê bû û ragihand, niha ti planeke Amerîka ya vekîşîna ji Sûriyê tune ye, rêveberiya Serok Biden bi aşkere ragihandiye ku ew ê hêzên xwe li Sûriyê bihêlin.

Derbarê Iraqê de jî Ford got: “Plana Biden a berdewamiya rahênankirin û piştevaniya artêşa Iraqê û Pêşmerge berdewam be. Bawer nakim Amerîka ti hêzeke xwe ji Rojhilata Navîn vekişîne.”

Derbarê pêwendiyên Washington û Enqerê de jî Ford destnîşan kir, piştevaniya Amerîka ji HSDê re dibe sedema aloziya pêwendiyên her du aliyan û ev aloziya derbarê Sûriyê de dê berdewam be.

Ford diyar kir jî, Amerîka dê di berbaskirina alîkariyan ji bo Idlibê berdewam be û herwiha dê cezayên li ser berpirsên rêjîma Sûriyê yên destê wan di tawanan de hene jî berdewam be.

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê destnîşan kir, Amerîka bi tena xwe nikare aramiyê li Sûriyê peyda bike. Ji Amerîka re girîng e ku agirbesta li bakurê û rojhilatê Sûriyê heye berdewam be.

Derbarê Pêşmerge de Ford got: Amerîka di hevkarîkirina Pêşmerge de berdewam dibe. Amerîka dixwaze pirsa rûbirûbûna terorê de, rola zêde bide hêzên Iraqî, di nav de jî hêzên Pêşmerge.

Derbarê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de, Ford got, ji ber ku gelek hêzên wek PKK, hêzên Iraqî û hêzên Êzidiyan hene, Amerîka vê pirsê ji Iraqiyan re dihêle ku li ser li hev bikin û destêwerdanê tê de nake.