Mercên Lukaşenko ji bo çareseriya kêşeya koçberan hat eşkerekirin

Ji bo bidawîanîna kêşeya koçberan ligel Yekîtiya Ewropayê, du mercên Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko hene.
Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko
Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Estonyayê Eva-Maria Liimets ragihand; ji bo bidawîanîna kêşeya koçberan ligel Yekîtiya Ewropayê, du mercên Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko hene.

Îro çarşemê di hevdîtinekê de ligel kanala ETV, Wezîra Derve ya Estonyayê ragihand; Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko daxwaz dike ku sizayên li ser welatê wî werin rakirin û rewabûna mayîna wî ya li serokatiya welat were qebûlkirin.

Eva-Maria Liimets diyar kiriye ku ji bo Estonyayê girîng e ku sizayên li ser Belarusê weke xwe bimînin û werin tundkirin jî.

Liimets gotiye: “Gelek girîng e ku Yekîtiya Ewropayê bi hev re rûbirûyî Belarusê rawestin û zextên zêdetir li ser wê çêbikin.”