Yekîtiya Ewropayê: Em ê alîkariyên mirovî bigihînin koçberan

Yekîtiya Ewropayê bi qasî 700 hezar Euro ji bo gihandina alîkariyên bilez ji bo penaberên ser sînorê Belarus û Polandayê terxan kir.
Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê
Koçberên li sînorê Belarus û Polandayê

Hewlêr (K24) – Yekîtiya Ewropayê bi qasî 700 hezar Euro ji bo gihandina alîkariyên bilez ji bo penaberên ser sînorê Belarus û Polandayê terxan kir.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê îro çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand; pereya ku hatiye terxankirin, bi qasî 200 hezar Euro dê ji Lijneya Xaça Sor a Belarusê re were dayîn, da ku alîkariyên mirovî bigihîne koçberan.

Li ser beşa din a pereya diyarkirî jî hat ragihandin; Komîsyona Bilind a Yekîtiya Ewropayê di pêwendiyê de be ligel rêxistinên navdewletî yên alîkariya mirovî, da ku alîkariyan bigihînin koçberan.

Bi hezaran koçberên xelkê welatên Rojhilata Navîn bi mebesta derbasbûna nav axa Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarusê û niha li deverên sînorî yên navbera Belarus û Polandayê asê mane û Yekîtiya Ewropayê deriyên xwe li ber wan girtine.