Pentagon: Em li dijî êrîşên Îranê berevaniya xwe dikin

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; li dijî êrîşên Îran û milîsên wê, ew berevaniya xwe û hevpeymanên xwe dikin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand; li dijî êrîşên Îran û milîsên wê, ew berevaniya xwe û hevpeymanên xwe dikin.

Lloyd Austin diyar kir ku Îran seqamgîriya navçeyê têk dibe û ew pabend in bi parastina asayîşa Rojhilata Navîn.

Austin destnîşan kir ku çalakiyên deryayî yên Îranê li kendavê, ne pîşeyî ne û ew çavên xwe li ber kiryarên Îranê nagrin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê dibêje ku şiyana wan a berevaniya xwe û hevpeymanên xwe heye.