Serokomarê Îsraîlê spasiya Erdogan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog pêwendiyeke telefonî encam dan.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî de têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û herwiha mijarên herêmî hatine gotûbêjkirin.
Recep Tayyip Erdogan diyar kiriye ku pêwendiyên Tirkiye û Îsralîê ji bo asayîş û seqamgîriya Rojhilata Navîn girîng e û tekez kiriye ku him mijarên dualî û him jî mijarên herêmî, dema bi hevgihîştina herdu aliyan bin, nêrînên cuda jî dê dakevin asta herî nizm.
Erdogan destnîşan kiriye ku divê li herêmê aştî, xweşbînî û çanda pêkvejiyanê serdest bin û ji bo vê mebestê jî pêşketina pêwendiyên Filistîn û Îsraîlê û cardin destpêkirina pêvajoya aştiyê, girîng in.
Serokomarê Tirkiyê diyar kiriye; berdewamkirina diyaloga navbera Tirkiye û Îsraîlê, ji bo berjewendiyên hevbeş e.
Di pêwendiya telefonî de Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ji ber serbestberdana jin û mêrê îsraîlî, spasiya Erdogan kiriye.
Jin û mêrekî welatiyên Îsraîlê yên bi navên Natali û Mordy Oknin bi îdiaya kişandina wêneyên mala Erdogan a li Stenbolê, bi hinceta sîxûriyê hatibûn desteserkirin, her du welatiyên Îsraîlê vê sibê hatin berdan.
Natali û Mordy Oknin bi balafireke taybet vegeriyan welatê xwe û di daxuyaniya hevbeş a Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet û Wezîrê Derve Yair Lapid de hat eşkerekirin: “Piştî hewldanên hevbeş ên ligel Tirkiyê, Mordy û Natali Oknin vedigerin welatê xwe. Em ji ber hevkariya Serokomarê Tirkiyê û hikûmeta wî, spas dikin.”