Dalkurd serdana Amedsporê kir

Rêveberên du tîmên futbolê yên navdar ên Kurdan li Diyarbekirê hevdîtinek pêk anîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Rêveberên du tîmên futbolê yên navdar ên Kurdan li Diyarbekirê hevdîtinek pêk anîn. Tîmên Futbolê Amedspor û Dalkurd li Diyarbekirê di tesîsên Amedsporê de li hev civiyan û ji bo pêşerojê banga hevkariyê kirin.

Rêveberên du tîmên navdar ên futbolê ku wek tîmên Kurdan tên nasîn li Diyarbekirê hatin cem hev. Serokê tîma futbolê Dalkurdê Welat Kiliçaslan li gel şandeyekê serdana tîma futbolê Amedsporê kir. Rêveberên Dalkurdê ji aliyê Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim ve hatin pêşwazîkirin. Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim di hevdîtinê de formeyê Amedsporê diyariyê Serokê tîma futbolê Dalkurdê Welat Kiliçaslan kir û kêfxweşiya xwe ji serdanê anî zimên.

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Em kêfxweş in ku li Ewropa tîmek birayê me heye û serkeftî ye. Heta niha di warê danîna têkiliyên navbera Dalkurd û Amedsporê de pirsgirêk hebûn. Wê êdî têkiliyên herdû tîman xurttir bin. Em ê projeyên hevpar amade bikin. Di demek kurt de em ê dîsa hev bibînin. Ez hêvî dikim ku em jî serdana Dalkurdê bikin.”

Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçarslan jî di hevdîtinê de formeya Dalkurdê bo Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim diyarî kir. Serokê tîma Dalkurdê Welat Kiliçarslan anî zimên ku wan danûstandin kirine gelo dikarin hevkariyek çawa navbera herdu tîman de bikin.

Welat Kiliçarslan diyar kir: “Em dixwazin di nava gelê xwe de bin. Rexne li Dalkurdê hatibûn kirin ku ji xelkê dûr e. Em dixwazin herdu parçeyên Kurdistanê re bi tîman re di têkiliyê de bin. Herwiha herdu parçeyên din jî her çiqas zehmet be jî. Em dixwazin akademiyan vekin, mundîalan nav tîmên Kurdan de li dar bixin.”

Tîma Futbolê Dalkurd a ji aliyê Kurdan ve hatiye damezirandin niha di lîga Swêdê ya Bakur de dileyîze û di nava tevahiya Kurdên cîhanê de xwedî cihekî taybet e, Amedspor a tîma Diyarbekirê ye jî li Tirkiyê di Lîga 2. a Koma Sipî de dileyîze û piştgiriya Kurdan werdigre.