Banga helaliyê ya Serokê CHPê bo Roboskî û zindana Diyarbekirê

Ferhat Encu: Bangeke girîng e em dikarin bi Kiliçdaroglu re bicivin. Di ser komkujiyê re 10 sal derbas bû kesek jî nehat cezakirin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Banga helaliyê ya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo qurbaniyên komkujiya Roboskî, zindana Diyarbekirê, ji aliyê kesên wan êşan kişandine, erênî lê kêm tê dîtin.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu bo komkujiya Roboskî, êşên li zindana Diyarbekirê ku dema derbeya leşkerî ya 1980an gelek Kurd êşkence dîtin, hatin kuştin û li ser gelek neheqiyan ku li pêkhateyên ciyawaz ên li Tirkiyê hatiye kirin banga helalî kir.

Ferhat Encu yê ji malbata Roboskiyê ye û gelek neferên malbatê di encama bombebarankirina balafirên Tirk de hatin qetilkirin, banga Kiliçdaroglu girîng dibîne û amaje kir eger were xwestin ew amade ne li gel Kiliçdaroglu li ser vê hevdîtinê bikin.

Encu ji K24ê re diyar kir: “Bêguman ev axaftineke erênî ye. Lê ji bo helaliyeke watedar divê kesên fermana komkujiya Roboskiyê dane û rola wan tê da hene werin darizandin û werin cezakirin. Ev deh sal di ser komkujiyê re derbas dibe û dikeve sala 11an lê heta niha kesek jî nehat cezakirin. Daxwaza me ya malbata Roboskî ew e ku yek kesên di vê komkujiyê de cîh girtine werin darizandin, cezakirin ya dudyan jî ew e ku bingehîna ku rê li ber komkujiyan ku wek li Roboskiyê vedike bi temamî ji holê rabin.”

Banga helalî ya li ser zindana Diyarbekirê li nav kesên di wê zindanê de jî mane deng veda.

Nivîskar Bûbê Eser ku bi salan di zindana Diyarbekirê de ma, rastî êşkenceyan hatibû piştre li ser wehşeta di wê zindanê de bi navê “Gardiyan” kitêbekê nivisî, bo banga helalî hinek bi guman e û amaje kir berî helalî divê hin gav were avêtin.

Bûbê Eser ji K24ê re diyar kir: “Dema ez hatim girtim û ketim zindana Diyarbekirê 25 salî bûm, niha ez 66 salî me. Ji roja ji wê zindanê derketim heta roja îro her di xewnên min de girtin, kuştin û zindana Diyarbekirê heye. Ji roja damezrandina Komara Tirkiyê heta roja îro, hem Kurd kuştin, qir kirin hem jî bi hin gotinên xwe Kurd xapandin. Niha li Tirkiyê amadekariya hilbijartinekê tê kirin. Kiliçdaroglu jî di vê çarçoveyê de diaxive û yên berê çawa derewa Kurdan kirin niha Kiliçdaroglu heman tiştî dike û dibêje helalîye ji Roboskiyê ji zindana Diyarberkirê dixwazim. Bi vî awayî nabe. Berî her tiştî lazim e dewlet ji ber 1938an heta roja îro çi anîbe serê Kurdan bi awayekî fermî lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze. Tenê bi gotina “Ez ê bikujim dûv re helalî bixwazim” nabe. Piştî lêborînxwestinê dor tê helaliyê.”

CHP di dîroka Komara Tirkiyê de ji ber hin polîtîkayên xwe wek berpirsê bûyerên reş û xerab tê destnîşankirin. Axaftinên di demên dawîn de ji hêla serokê niha yê CHP ve tê kirin wek nîşaneya guherîna siyaseta vê partiyê tê şîrovekirin.