Parlamenterekî AK Partiyê jiyana xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamanterê AK Partiyê yê bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê Îmran Kiliç vê êvarê li nexweşxaneyeke li Enqerê jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand; Parlamenterê AK Partiyê yê Mereşê Îmran Kiliç li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê jiyana xwe ji dest da.
Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Parlamenterê Kahramanmaraşê, kesê xwedî îlm û îfran, kekê me yê bi qîmet Îmran Kiliç, li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê ku dihat tedawîkirin, xatirê xwe ji jiyanê xwest. Ez ji bo wî ji Xweda rehmet, ji bo malbat û dostên wî û xelkê Kahramanmaraşê sersaxî dixwazim. Cihê wî bihişt be.”
Îmran Kiliç nêzîkî mehek bû li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê ji ber vîrusa Koronayê tedawî dibû.