Tîma Şêwirmendên Serbazî ya Almanyayê alîkariya Koleja Erkan a Serbazî dike

Wezareta Pêşmerge ragihand; tîma şêwirmend a serbazî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê hejmarek projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî Koleja Erkan a Serbazî kirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand; tîma şêwirmend a serbazî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê hejmarek projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî Koleja Erkan a Serbazî kirin û biryar dane ku di qonaxa bê de çend proje di warê teknîkî (data, komputer û bernamesazî) de cîbicî bikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Ragirê Koleja Erkan a ser bi Wezareta Pêşmerge pêşwazî li tîma şêwirmend a serbazî ya Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku şêwirmendekî ji tîma serbazî ya Almanyayê eşkere kiriye ku proje dê ligel pêşketina Koleja Erkan bibe, bi temambûna wan projeyan, ew ê projeyên din ên baştir li Koleja Erkan cîbicî bikin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge destnîşan dike ku Ragirê Koleja Erkan a Serbazî pesnê hevkarî û alîkariyên şêwirmendên serbazî yên Almanyayê û Hevpeymanan daye ji ber alîkariyên serdemî yên girîng ên ji bo pêşketina kolejê.