Kolberekî Kurd piştî kuştina hêstirên wî ji aliyê hêzên Îranê ve, xwe kuşt!

Sirûş Rehmanî ji ber hejarî û belengaziyê çend hêstir bi deyn kirîbû.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Kolberekî Rojhilatî piştî ku hêstirên wî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin, xwe kuşt!

Malpera mafên mirova a Hengaw ragihand; roja 17ê vê mehê xortekî Kurd bi navê Sirûş Rehmanî (15 salî) ku ev demek bû dest bi kolberî û barberiyê kiribû, xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, Sirûş Rehmanî ji ber hejarî û belengaziyê çend hêstir bi deyn kirîbû lê çend roj berê hêstirên wî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin, ji ber wê jî gelekî bi wê yekê xemgîn bibû û herî dawî pêr xwe kuşt.

Sirûş Rehmanî xelkê gundê Hanegermele yê nahiya Newsûd ya bajarokê Pawe yê li parêzgeha Kirmaşanê bûye.

Sirûş Rehmanî
Sirûş Rehmanî