Almanya: Ti rêkeftin li ser wergirtina koçberan bi Belarusê re nehatiye kirin

Ajansa nûçeyan a Belta ya Belarusê ragihandiye ku Belarus dixwaze Yekîtiya Ewropayê 2 hezar koçberan werbigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Belta ya Belarusê ragihandiye ku Belarus dixwaze Yekîtiya Ewropayê 2 hezar koçberan werbigre û 5 hezar koçberên din bişînin welatên wan, ev jî bi mebesta çareserkirina kêşeya koçberên li ser sînorê navbera welatê wan û Polandayê.

Berdevkê Serokê Belarusê ragihandiye ku Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko vê mijarê ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel axiviye û Merkel razî bûye ku vê pêşniyarê ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêj bike.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer pêşniyara Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko red kiriye û ragihand: “Eger em koçberan werbigrin, ev tê wateya wê yekê ku em serê xwe li ber zextan ditewînin û wê yekê nîşan dide ku em koçberên li nav Yekîtiya Ewropayê werdigrin, ango tê wê wateyê ku em nepakî dikin.”

Çavkaniyek ji hikûmeta Almanyayê ragihandiye; Almanya ti rêkeftinek li ser wergirtina koçberan îmze nekiriye, herwiha tekez kiriye ku ev kêşeya Yekîtiya Ewropayê ye û Almanya bi tena serê xwe biryar nade.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî ragihandiye ku ti gotûbêjekê bi Belarusê re li ser koçberan nakin.

Li ser vê mijarê Amerîka welatê Belarusê tohmetbar dike ku koçberan weke serbazên sentrencê bi kar tîne.

Welatên Ewropayê, Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi hezaran koçberan han dide ku bi awayekî neyasayî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, weke tolhildanek ji sizayên Yekîtiya Ewropayê ku beriya niha bi ser Belarusê de sepandine, lê belê Belarus red dike ku bi qestî koçberan li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê kom kiribe.

Duh 413 koçber vegeriyan Kurdistanê
Sînorê navbera Belarus û Polandayê