Iraq: Dema vekişîna hêzên Amerîkayê nehatiye dirêjkirin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand; dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkayê li Iraqê rast nîne.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand; dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkayê li Iraqê rast nîne û hêzên şerker ên Amerîkayê di dema diyarkirî de dê vekişin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Iraqê re red kir ku Iraqê dema mana hêzên Amerîkayê dirêj kiribe û got: “Îdiayên li ser vê mijarê, ne rast in.”

Tehsîn Xefacî diyar kiriye ku dema herî dawî ya ji bo vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê dawiya îsal e û di demê de guhertin nehatiye kirin.

Xefacî got: “Piştî vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê, pêwendî û hemahengiya Washington û Bexdayê dê bidome di warê rahênan û pirçekkirina hêzên Iraqê de û herwiha di warê îstixbaratî de ji bo çavdêrîkirin û derxistina cihên çekdarên DAIŞê.”

Beriya niha jî Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku bi vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê, rola hêzên wan naguhere, şêwirmendên wan di hemahengiya hêzên Iraqê de berdewam dibin.