Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Bret McGurk civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Menameyê bi Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Sipî Brett McGurk civiya.
Di hevdîtinê de, guhartin û pêşhatên herêmê, rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hatin guftûgokirin.
Her di vê civînê de jî, tekezî li ser baştirkirina hevkarî û alîkarîyan ji bo ewlehî û aramiya rewşa Iraqê û deverê hate kirin.