Baroya Diyarbekirê: Li Tirkiyê zarok di bin wesayitên serbazî de canê xwe ji dest didin

Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê di Roja Mafên Zarokan ya Cîhanî de bertek nîşanî binpêkirinên mafên zarokan da. Li gorî daxuyaniya Baroyê, Li Tirkiyê berpirsiyarên kuştin û eşkencekirina zarokan nayên sizakirin.

Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Diyarbekirê bi boneya Roja Mafên Zarokan ya Cîhanî, li avahiya Baroyê kongreyeke rojnamegerî li dar xist. Serokê Navenda Mafên Zarokan parêzer Mehmet Emîn Gun da xuyakirin; 32 sal di ser îmzekirina Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî re derbas bûne, lê hê jî li Tirkiyeyê mafên zarokan tên binpêkirin, zarok di bin wesayîtên serbazî de canê xwe ji dest didin.

Li gorî Gun, tawanbarên binpêkirinên mafên zarokan nayên sizakirin. Li gorî daneyên Baroyê, rojane 32 zarok winda dibin, rastî destdirêjiya cinsî dimînin, lêpirsin li ser wan tên vekirin.

Serokê Navenda Mafên Zarokan Gun, behsa binpêkirina mafên zarokan yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî kir û ragihand ku; zarokên ji perwerdehiya bi zimanê zikmanî bêpar in di jiyana xwe de pirsgirêkên xwebaweriyê û serferaziyê dijîn.

Serokê Navenda Mafên Zarokan Mehmet Emîn Gun da zanîn ku; di pêvajoya pandemiya Covîd-19ê de zarok ji perwedehiya li polan û amûrên teknolojk dûr man.

Navenda Mafên Zarokan daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kir ku pabendî peymanên navneteweyî be û mafên zarokan binpê neke.