Mehmet Muş: Em dixwazin hatûçûnên xwe bo Hewlêrê zêdetir bikin

Nûnerên Hikumeta Herêma Kurdistanê beşdarî Lûtkeya Bazirganiyê li Stenbolê bûn
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbolê Foruma Kar, Vebrhênan û Mutahîdî ya Tirkiye û Iraqê bi beşdariya Herêma Kurdistanê çû serî. Wezîrê Bazirganiyê ya Tirkiyê Mehmet Muş bo Kurdistan24ê ragihand, ew hewl didin kêşeyên di gumrikê de çareser bikin yên li sînorên Herêma Kudistanê. Serokê Destaya Civata Wezîran Umîd Sabah Osman jî da zanîn, eger ew kêşe bêne çareserkirin 1055 proje hene li Kurdistanê ku dixwazin ligel Tirkiyê li serê kar bikin.   

Di nava Tirkiye, Irak û Herêma Kurdistanê de li Stenbolê lûtkeya bazirganiyê birêve çû. Li ser navê Kurdistanê Serokê Dîwana Civata Wezîran Umîd Sabah, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şikrî û Wezîrê Bazirganiyê ya Tirkiyê Mehmet Muş ligel Wezîrê Bazirganiya Iraqê beşdarî di lûtkeyê de kirin. Lûtkeya ku ji bo başkirina pêywendî û bilindkirina bazirganiya di nava Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de hate dirûskirin, Mehmet Muş Wezîrê Bazirganiyê ya Tirkiyê bo Kurdistan 24ê taybet ragihand, ew armanc dikin ku di demên pêş de pêywendiyên siyasi û bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re baştir bikin û arîşeyên heyî yên li ber bazirganiyê jî çareser bikin.   

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş ji K24ê re got: “Ji ber pandamiyê hatûçûna me kêm bûbû. Lê bi dawîbûna pandemiyê re em ê bêhitir biçin herêmê û bên. Îro jî me ev forum pêk anî. Ev forum wê bibe qonaxeke nû bo wan pêywendiyên me yên aborî û bazirganiyê. Em di proseya butçeyê de ne, lê ji sala pêşiya me pêve, hem bo Iraqê û bo Rêveberiya Herêmê yanî Hewlêrê, Basra û bajarên din bêhitr biçin û bên. Em dixwazin pêywendiyên aboriyê derxin qadeke jortir. Hin kêmasiyên teknîkî hene li gumrikê, wek mevzûatên hiqûqî bi van hatûçûnan înşallah em ê bi lezgîni hin biryaran bistînin û van kêşayan çareser bikin.”

Serokê Destaya Civata Wezîran Umîd Sebah Osman jî diyar dike, hin kêşêyên gumrikî yên li sînorên Herêma Kurdistanê hene. Digel Tirkiyê dixwazin wan kêşeyan çareser bikin. Umîd Sabah dide zanîn, di destê wan de zêdetirî 1055 projeyên veberhênanê hene li Kurdistanê û dixwazin digel Tirkiyê li ser van projeyan di sala 2022an de kar bikin. Di nava wan çaksaziyan de, projeyên bazirganiyê, bankayan, çandinî û xweza jî cih digirin.

Serokê Destaya Civata Wezîran Umîd Sebah Osman diyar kir: “Em li ser biryara Birêz Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî di vê korbendê de dikin. Ligel nûnerên din ên veberhênan û pîşesaziya Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin. Kombûneke me hebû digel wezareta bazirganiyê û gelek baş derbas bû. Li vê kombûnê behsa kêşe û astengiyan kir ya di navbeyna her dû welatan de. Ew jî dixwazin kêşeyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çareser bibin û pêywedniyên bi Kurdistanê re xurt bibin. Hewl tê dayîn ku ew kêşe û giriftên di warê gumrikê de ji ber sînorên yaseyî ku derdikevin holê bêne çareserkirin. Ligel gelek sînorên Kurdistanê ev yase têne cîbicîkirin, lê li aliyê Iraqê bi heman şêwazê naçe serî. Loma divê em vê babetê çareser bikin.”

Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê Mihemed Şikrî jî diyar dike, Kurdistan ji bo veberhênanê welatekî bi ewle û guncaw e. Ew dixwazin bi taybet kompaniyên Tirkiyê yên avahiyên bilind çêdikin, kompaniyên xurek, kişt û kal û kanzayiyê û herwiha yên çandinîyê veberhênanên xwe zêdetir bikin. Mercên ji bo veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê têra xwe fireh in.    

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şikrî got: “Tirkiye welatekî giring e ji bo Herêma Kurdistanê. Derwazeke serekî ye. Em jî li ser rêya Tirkiyê ne ji bo bazirganiyê. Ev astengiyên heyî yên gumrikê ne, Hikûmeta Iraqê ya Federal daniye. Herêma Kurdistanê jî hewl dide van astengiyan çareser bike ji bo başkirina dahatûya bazirganiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê. Li Kurdistanê ji bo avahiyên bilind şîrîkatiyeke giring heye di nava her dû welatan de. Şertên li Kurdistanê gelekî guncaw in ku kompaniyên Tirkiyê werin û li vir kar bikin.”

Di Lûtkeya bazirganiyê de ligel nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Jûreya Bazirganiyê, Yekîtiya Veberhênaniyê, Mitehîdan, Hawirde û Hinardeyê û jimareyeke zêde yên kompaniyên ji Kurdistanê jî beşdarî di korbendê de kirin. Di encama Lûtkeya Bazirganiyê ya di nava Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de beşdarên korbendê çaverê dikin proseyeke nû ya bazirganiyê dest pê bike û asta qebareya hecmê bazirganiyê jî derkeve ser 20 milyar dolaran di nava Tirkiye û Iraqê de.