Parastin û xwedîlêderketina Barzaniyan ji bona çi ye?

Kurd24

Berî her tiştî dixwazim diyar bikim ku em kurd û bi taybetî kurdên bakurê Kurdistanê di gelek waran de û di hin haletan de,li ser hin bûyer, kirin û hezkirinan de hevdu şaş fêm dikin, ya jî hevdu fêm nakin ku gelo kî kê ji bona çi diparêzê. Kî li dij kê ne û ji bona çi? Çima pesêndayina hin serok û serokatiyan dibe û çima em li dij hinan xwedî helwestên li dij şaşiyên wan in ku ew ji bona gelê xwe kar nakin?

Min xwest di vê nivîsa xwe de hin pirsên di serê dost û nasên xwe de zelal bikim. Bi vê zelalkirinê ez ê hewl bidim da ku em hevdu fêm bikin ku çima ez zêde ji Barzaniyan hez dikim û pesnê wan didim?

Divê bi zelalî, eşkere û vekirî diyar bikin ku ew kesên serpereştiya gelê xwe ya ji bona azadî û serxwebûna wî dikin, ew kesên dixwazin gelê wan ji bin nîrî dagirkerên Kurdistanê azad bibe, divê kurd li seran serê cîhanê piştgiriya wan bike da ku karê wan jî rehet û hêsan be. Hêsan be da ku ew jî bi pişgiriya gelê xwe, ya nivîskar û rewşenbîrên xwe karê xwe bike.

Lê karê rewşenbîr, ronakbîr û gel jî divê ne tenê çepik bin. Hemî kirin an kiryarên hin kesên mirov ji wan hez dike dibe ku li gor te sedî sed rast û li gor hinan jî eksê wê be. Heger em rastî û şaşiyan ji hev cûda nekiin, em ê nikaribin rastiya xwe û ya gelê xwe jî bibînin.

Di demê de ev herdu dîtin, parastin û dijberî dibin du tiştên li dij hev. Lê heger ew dijberî li dij berjewendiya gel be, divê  aliyek ji ya xwe dakeve. Ango dev ji wê şaşitiya xwe berde û berjewendiya gel û netewaya xwe di ser hertiştekî re bigire û kî/ê li gel vê be divê em jî wan biparêzin.

Ji ber vê min xwest bêjim ku bi qasî min xwendiye û dizanim, hemî welatên li cihanê ku azadiya xwe bi destxistine, bi rêya partî û serokên xwe ango serokatiya wê partiya ji bona azadiya gel hatiye damezrandinê, pêk anîne.

Ya girîng jî ew e; heger ew partî û serokatî li gor berjewendiyê gel bin, berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî xwe re girtibin, divê gel jî piştgiriya wan bike. Ji ber ku ew ji bona gelê xwe hene û ji bona wî kar dike. Lê hin li ser navê gel, ji bona xurtkirina dagirkeran kar bike û nehêlin kurd ji bin nîrê dagirkerên xwe azad bibe hebe, divê ew jî bê gotin. Ya na wê  milet bi temamî têk here.

Dema rewş ev be, pêwîst e gel ji wê partî û wan serokatiyên ji bona azadiya wî, rehetî û serbestiya wî kar dike, biparêze. Heger parastina wan tune be, heger mirov piştgiriyê nede wan, ew dikarin têk herin û bi têkçûna wan jî neteweyeke dikare têk here û wenda bibe. Di dîroka gelek gel û neteweyan de hev bûye û qewimiye…

Di dîroka tu gelan de sedî sedê gel ji partiyekê û ji serokatiya wê tenê hez nakin, lê piranî dikare hezkirina xwe bide wanên ji bona wî kar û xezmetê dikin. Lê li gel vê jî dibe ku hezkirina wî, wê li gel hinên din jî hebe, ev jî tiştekî normal e.

Ha di vir de pirs çi ye?

Pirs ew e ku ji bona Bûbê pesnê Barzaniyan dide, hin dostên wî dikarin ji vê aciz bin ku çima Bûbê tenê pesnê wan dide? Pirsek xweş û di cih de ye. Çima Bûbê vê dike?

Çima Bûbê zêde pesnê Barzaniyan dide û bêtir li ser wan dinivîsîne? Bawer bike ew hezkirina min, nivîs û berhemên min tenha ji bona ku ew dixwazin ji bona me kurdan Kurdistaneke azad û serbixwe ragihînin e.

Ji bona çi Bûbê tenê li ser wan û kerasetên hatibûn serê wan, dike pirtûk û pêşkêşî gelê xwe û cihanê dike? Ya rastî ew kerasetên hatine serê Barzaniyan, hatine serê wî gelî jî. Ji ber ku dîroka Barzaniyan û ya gelê kurd bûye yek. Loma dema Bûbê li ser enfala  Barzaniyan dinivîsîne ew ne tenê ya Barzaniyan e ya 182.000 kurdên Enfalkirî ne. Ji ber ku enfal weke dîrokeke gelê me ye. Gelê bê dîrok jî nikarin weke milet bijîn.

Ji bona îmkan û derfetên ku Bûbê bikaribe li ser enfalê karê xwe bike, ew derfet û  îmkan ji bona li devera Barzan bi cih û war bibe pêk hatibû. Heger îmkaneke weha li germiyan an li devereke din jî bi dest Bûbê bikeve wê li wir jî wî karê ango enfala hatibû serê wan jî bike roman û şano.

Heger em dîroka gelê xwe bixwînin em ê bizanibin û bi hevre bibînin ku bê her çar dagirkerên me çima tim li gel hev  li dij Barzaniya şerê tunebûna wan kirine û dikin. Em ê dîsa bibînin ku ê Kurd ji mirinê xilas kirî  ye, guleya ewil ya şoreşa îlonê 1961 ye ku di bin sîwana PDK û bi serpereştiya Barzaniyan bû. Tê dîtin ku yên ruh û canê  kurdewarî piştî têkçûna hemî tevgerên kurdan, daye wan dîsa Barzanî bi xwe bûn.

Ya herî girîng ku divê em her kurdekî/e ji walatê xwe hez dikin, li ser vê yekê baş rawestin ku çima ji roja Barzaniya dest bi şoreşa azadî û serxwebûna kurdistanê kirine û heta niha her çar dagirên me ji bona ji holê rakirina wan bi hevre kar kirine û hê jî dikin.

Heger derd û armanca Barzaniyan ya kurdistaneke azad û serbixwe tune ba, wê çima her çar dagirkeran ewqasî bi wan ve mijûl bibana û çima van dagirkeran tim li gel hev ji bona tunekirina wan wê di nava plan û projeyan de bana.

Di her azadiya welatekî de miheqeq serok û rêberê ku ew gihiştibên azadiya wî heye û dê her hebe, bê wî/ê nabe. Loma sembola serok û serokatiya miletekî ku xwe dike dewlet girîng û pêwîst e. Lê dagirkerên me û pêgirtin xwe vê ji bona kurdan naxwazin, loma li dij Barzaniyan propagandayên li ser asasê derewan dikin. Divê kurd bi vê nexapin.

Heger em pêwîstiya sembolîzkirina welatekî bi serokekî nizanibin û ne gihiştibin wê zanînê ma gelo em ê bi çi rê û olaxan welatê xwe azad bikin. Bê sembolezîkirina serokekî û partiyekê milet nagihêje azadiya xwe. Ê me kurdan jî ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê Barzaniyan û Partiya Demokrat a Kurdistanê, berê jî û piştî têkçûna komar kurd li Mihabadê jî ev kar û erk danine ser milên xwe û camêran ji bona wê kar  kirine û dikin.

Loma em weke kurd çiqasî ji wan hez bikin, çiqasî pesnê wan bidin û bi alîkariya wan ve rabin, ewên ewqasî zû mizginiya Kurdistaneke azad û serbixwe ji bona me ragihînin.

Heger kes û partiyên din ku daxwaza wan jî ev be divê em ji wan jî hez bikin. Nehezkirina wan wê bê wateya ku em tadê li xwe û li miletê xwe dikin. Lê ji ber ku îro tenha Barzanî li hola tekoşîna azadiya Kurdistanê hene û vî karî dikin, ez jî weke rewşenbîr û nivîskarekî vî gelî ji wan hez dikim. Ji bona ew neteweyî difikirin û li gor xete neteweyî tevdigerin ji wan hez dikim.

Bawer bim heta niha ne min tu pere ji Barzaniyan girtiye, ne jî tu îhale, ne meqam û post. Lê ji ber ku ez bi xeta wan î neteweyî bawerim ji wan hez dikim. Yên ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê kar dikin divê em hemî kurd ji wan hez bikin, heta ku ew vî karî dikin.

Hezkirin divê ne ji ber pakbûna an xweşikbûna wan be, hezkirin divê ne li gor post û peredayinê be. Hezkirin divê li ser xeta neteweyî û serxwebûna kurdistanê be. Kî vê bikin divê ew ji teref gelê xwe de bêne hezkirinê