CHP dixwaze bacên ceyran û gazê di zivistanê de neyê girtin

Diyarbekir (K24) – Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Diyarbekirê rewşa aboriyê bi miqlik û qûşxaneyan protesto kir û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên aborî kir.

Rêxistina CHPê ya Navçeya Rezan ya Diyarbekirê, bi miqlik û qûşxaneyan rewşa aboriyê protesto kir. Serokê CHPê yê Rezan Recep Yavuz got; 5 milyon malbat nikarin fatureyên ceyrana xwe bidin, bihayên ceyran, komir û gaza sîrûştî di salekê herî kêm 3 caran hatin zêdekirin.  

Li gorî CHPê, li Tirkiye û Bakur, 14 milyon welatî bi kêmtirîn mûçe kar dikin, 4 milyon welatî bêkar in, di salekê de bihayên ceyran 3 caran, gaza sûşûtî 8 caran hatin girankirin. Bihayê komir %30 û tup jî %42 hat girankirin.

Rêveber û endamên CHPê piştî daxuyaniyê, miqlik û qûşxane avêtin erdê û rewşa abûriyê protesto kir.

Rayedarên CHPê ji hikûmetê dixwazin ku; Fona Çileya Zivistanê were avakirin, baca ji fatureyên ceyran û gazê di mehên zivistanê de neyê girtin.