Ji bo danasîna çanda Rihayê li Stenbolê festîvalek hat sazkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi mebesta danasîna çand û kelepora bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê li Stenbolê li qadeke berfireh festîvaleke kultirî hat sazkirin. Di festîvalê de xwarin û berhemên Rihayê hatin pêşandan. Xelk tevî pandemiyê eleqeyeke zêde nîşanî festîvala Rihayê dan.

Bi mebesta danasîna çand û kelepora bajarê Rihayê festîvalek kultirî li qada Maltepeyê ku yek ji mezintirîn qada Stenbolê ye bi rê ve çû.

Ecîn, cîger û kibab ku xwarinên herî navdar ên Rihayê ne di festîvalê de rastî eleqeyeke zêde hat.

Ji bo danasîna berhemên Rihayê ku cara ewil li vê qada mezin a Maltepeyê ji hêla şaredariya Stenbolê ve hat sazkirin 40 kon hatin vedan û bi hezaran kes serdana festîvalê kirin.