Mesrûr Barzanî: Kurdistan di rûyê ewlehî û aboriyê de di qonaxake pêşketîtir de ye

Hemû alî rola Pêşmerge û sazî û dezgehên Asayişa Herêma Kurdistanê bi girîng dizanin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Mijdara 2021ê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Me beşdariyeke aktîv di Korbenda Menameyê de kir û me hevdîtin ligel piraniya beşdarbûyên korbendê kir ku parastina ewlehiyê û hevkariya hevdu mijara sereke bû.

Mesrûr Barzanî got: “Me başdariyeke baş di korbendê de kir. Em beşdarî panelan bûn û me çendîn hevdîtin ligel beşdarbûyîn Korbenda Menameyê kir, di hemû hevdîtinan de, me guftûgo li ser çawaniya parastina ewlehiyê, hevkariya hevdu û rûbirûbûna astengiyên herêmê bi giştî kirin.”

Got jî: “Di korbendê de, em wek beşeke bi bandor li herêmê, me bi girîngî zanî ku bîr û baweriyên xwe bi aliyên din re behs bikin. Di baweriya min de êdî pirsa ewlehiyê, pirseke herêmî ye, pêwîstiya wê bi hevahengiya hemû aliyan heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di korbandê de, di civîna min ligel Wezîrê Berevaniyê ya Amerîka de, wî soz da ku ew di hevkarî û hebûna xwe ya li herêmê de berdewam dibin.”

Destnîşan kir jî: “Hemû alî hest bi wê dikin ku DAIŞ hîn metirsiyeke mezin li ser herêmê ye. Ew rola Pêşmerge û sazî û dezgehên Asayişa Herêma Kurdistanê bi girîng dizanin, ji ber wê jî pêwîstiya wan bi me heye, ji bo bi hev re rûbirûyî wan metirsiyan bibin.”

Derbarê rola Herêma Kurdistanê di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kir: “Me her dem gotiye ku Kurdistan dikare bibe deriyek, ji bo xêr û Bereket ji hemû Iraqê re vegere.”

Tekez kir jî: “Kurdistan hemû di rûyê ewlehiyê de û hem di rûyê aboriyê de, di qonaxaka pêşkeftîtir de ye. Hêvîdar in ev pêngav alîkar bin ji bo ewlehî û vejîna aborî vegere.”