Li Tirkiyê Dolar rekoreke nû şikand: 11.47

Buhayê Dolar li Tirkiyê derket ser asta 11.47 lîreyên Tirkî û rekoreke nû tomar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Buhayê Dolar li Tirkiyê derket ser asta 11.47 lîreyên Tirkî û rekoreke nû tomar kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneyê axivî û di dema axaftina Erdogan de Dolar di peyaseya navdewletî de bû 11.47 lîreyên Tirkiyê.

Tevî enflasyona fermî ya li Tirkiyê ku gihîştiye ji sedî 20, Banka Navendî ya Tirkiyê li ser daxwaza Erdogan faîz daxistibû.

Piştî biryara daxistina faîzê, Dolar derketibû asta xwe ya dîrokî û bûbû 11.30 lîre.