Li Tirkiyê bihayê gazê piştî 3 rojan dîsa zêde bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Sendîkayên Kar ên Îstasyonên Enerjiyê (EPGÎS) ragihand, bihayê gaza otomobîlan (LPG) 19 quruş tê zêdekirin.
Sendîkayên Kar ên Îstasyonên Enerjiyê (EPGÎS) li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Ji 23ê Mijdara 2021ê û pê ve bihayê gaza otomobîlan (LPG) 19 quruş hatiye zêdekirin.”
Li Tirkiyê her ku nirxê lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkî dadikeve bihayê gaz, benzîn û mazotê jî tê zêdekirin. Di meheke dawî de bihayê gaz, benzîn û mazotê 4 caran hat zêdekirin.