Wezîra Derve ya Swêdê: Xweşhal im vê carê jî hatime Hewlêrê

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde: Pêwendiyên bihêz di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê de hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Swêdê ji ber serdana Hewlêrê dilxweşiya xwe nîşan dide û ragihand, wê bi Serokê Herêma Kurdistanê re behsa pirsên mafên mirovan û koçberan kirin.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li Twittera xwe nivîsî: “Xweşhal im ku vê carê jî hatime Hewlêrê û min hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir. Pêwendiyên bihêz di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê de hene.”

Wezîra Derve ya Swêdê amaje bi wê da, di hevdîtinê de wan behsa rewşa siyasî û ewlehiyê, mafên mirovan û koçberan û çaksaziyê kirine.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde duhî 22/11/2021ê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwazî lê hate kirin.

Her duhî jî, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.