Li ser fermana Serokwezîr zêdetirî 11 hezar parçe zevî tên dabeşkirin

Ji bo 11 hezar û 141 welatiyên mîratgirên şehîd û enfalkirî û jenosîd û zindaniyên siyasî û rizgarbûyên pêla Enfalê zevî têne terxankirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo 11 hezar û 141 welatiyên mîratgirên şehîd û enfalkirî û jenosîd û zindaniyên siyasî û rizgarbûyên pêla Enfalê zevî têne terxankirin.

Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat eşkerekirin ku piştî hûrbîniya li ser navan û hebûna mercên terxankirina zeviyê, ku bi rêya lijneyeke pispor tê kirin û nûnerên Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê dê di lijneyê de hebin.

Herwiha diyar kir ku Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê hûrbîniyê li ser lîsteya navên muameleya terxankirina zevî dike li sînorê îdareya Germiyanê (Kelar û Kifrî) ligel dabînkirina zeviyên pêwîst.