Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê: Iraq ji esman ve cihên DAIŞê bombebaran dike

Artêşa Iraqê ragihand ku dest bi helmeteke berfireh a ji bo lêdana binke û baregehên çekdarên DAIŞê kirine.

Hewlêr (K24) – Artêşa Iraqê ragihand; bi piştevaniya hêzên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, ku Amerîka serokatiya wê dike, dest bi helmeteke berfireh a ji bo lêdana binke û baregehên çekdarên DAIŞê kir.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir ku helmetek bi navê Birûska Esman li dijî çekdarên DAIŞê li Iraqê hat ragihandin, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya artêşa Iraqê dikin.

Hat ragihandin ku qonaxa yekem a Birûska Esman li temamê hêzên serbazî dest pê kir, ku yekîneyên çavdêrîkirinê ji temamê pêkhateyên artêşa Irtaqê bi hevkariya tora îstixbarata federal û beşên lêkolînê yên li Wezareta Navxwe, çavdêriyeke hûr li wan deverên ku binke û baregehên DAIŞê lê ne, dest pê kir.

Herwiha tekez kir ku ev çalakî bi mebesta armancgirtina temamê binke û baregehên çekdarên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Iraqê ye, herwiha rêlibergirtina li êrîşên DAIŞê yên ser pêgehên artêşa Iraqê ye.

Iraq piştî ku çekdarên DAIŞê ji temamê bajarên sereke derxistin, di sala 2017an de serkeftina xwe bi ser DAIŞê de ragihand.