Wezareta Pêşmerge û şanda Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn pêşwazî li Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan Kolonel Tad Boros kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand; Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, bi amadebûna Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer pêşwazî li Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê Kolonel Tad Boros û şanda pê re kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, li ser geşedanên herî dawî û pêngavên proseya çaksaziyê ya li nav hêzên Pêşmerge û mijara rêkxistina yekeyên cuda yên hêzên Pêşmerge û mekanîzmaya rêkxistina wan hatin gotûbêjkirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir; di civîna navbera Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan de behsa pêngavên pêkanîna du lîwayên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hat kirin.

Herwiha tekezî li ser karê hevbeş û hemahengiya navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê kirine bi hemahengî û piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge rola Hevpeymanan û di nav wan de jî rola Amerîkayê bilind nirxandiye di pêşkêşkirina alîkariyên lojîstîk û şêwirmendiya wan ji bo Pêşmerge de.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku li ser dostanî û pêwendiya berdewam a navbera Hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge hatiye axaftin û tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyan hatiye kirin.