Li Mehabadê du endamên malbatekê xwe kuştin

Du endamên malbatê xwe kuştin û yek jî hewla xwekuştinê da.
Bajarê Mehabadê
Bajarê Mehabadê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê zilamekî û kurê wî xwe kuştin û dayîka malê jî hewla xwekuştinê da.

Duh li gundekî Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera endamên malbateke 3 kesî de (dê û bav û kur) kêşeyeke malbatî derket.

Li gorî agahiyan, piştî wê aloziyê bavê malê çû nav darên mala xwe û bi werîsê xwe xeniqand û dawî bi jiyana xwe anî.

Piştî ku kurê wî zanî bavê wî xwe kuştiye, wî jî li heman cihî û bi heman rengî xwe kuşt.

Paşê dayîka wî bi xwarina dermanan hewla xwekuştinê da lê cînaran ew birin nexweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de ye.