Mesrûr Barzanî derbarê koçberan de daxwazekê arasteyî Yekîtiya Ewropa dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa kir, hevkariyên pêwîst bigihînin koçberan

Navenda Nûçeyan (K24) –Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî ligel Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrop de daxwaz ji welatên Ewropayê kir, havkariyan bigihînin koçberan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Margaritis Schinas pê gihîştê. Di pêwendiyê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa kir, hevkariyên pêwîst bigihînin koçberan. Her du alî hevnêrîn bûn ku bazirganên mirovan û torên qaçaxçiyan, koçberan ji bo armancên siyasî bi kar tînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi vegera zêdetir ji 400 koçberan kir ku bi awayekî arazûmandane vegeriyane Herêma Kurdistanê û Iraqê, biryar e jî di demeke nêzîk de, hejmareke din ji koçberan vegerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li stratejiya demdirêj a di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa kir, ji bo danîna sînorekê ji koçkirina neyasayî re. Herwiha daxwaz ji Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropa kir, bi riya pêşxistina pevguhartina bazirganiyê, weberhênana Ewropa û hevkariyên darayî û teknîkî, piştevaniyê li karnameya çaksaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û ev jî bibe sedema zêdebûna derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dubare kir ku pêwîst e civaka navdewletî hevkariyên zêdetir pêşkêşî wan koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne bike.

Her di wê pêwendiya telefonî de, behsa wan rêkarên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ve hatine girtin kir, ji bo rê li ber koçkirina neyasayî were girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo pêşwazîkirina li tîmeke teknîkî ku ji Brûkselê ve serdana Hewlêr û Bexdayê bike, ji bo rêkarên pêwîst werin girtin.