SANA: 2 sivîl di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “SANA” ragihand, di encama êrîşeke firokeyên Îsraîlê li ser parêzgeha Humisê de, 2 kesên sivîl hatin kuştin.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, firokeyên Îsraîlê îro demjimêr 1:26 bi mûşekan êrîşî ser herêma navarasta Sûriyê kir. Sîstema berevaniyê jî piraniya mûşekan şikandin.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 2 kesên sivîl hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn, ji nava wan 6 kes leşker bûn.

Roja 9ê vê meha jî, 2 leşkerên Sûriyê di encama êrîşeke Îsraîlê li ser navarast û rojavayê Sûriyê de birîndar bûne.

Îsraîlê di salên borî de bi sedan êrîş li Sûriyê pêk anîne û berpirsên wê dibêjin, “Ev êrîş bi armanca nehiştina bicihbûna leşkerî ya komên çekdar ên ser bi Îranê ve li ser axa Sûriyê ne.”