Mîlîşyayên Iraqê gefê li Plasschaert dixwin

Berdevkê Mîlîşyaya Asayib Ehlulheq: Jeanine Plasschaert dike ku ti agahdariya wê ji sextekariya di hilbijartinan de tune ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji piştî hilbijartinên Iraqê ve, mîlîşyayên Iraqê çendîn car e gefê li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert dixwin.

Berdevkê Mîlîşyaya Asayib Ehlulheq Mehmûd Rubayî li Twittera xwe nivîsî: “Vê jina derew li Lêvegerê Bilind kirin, ne cihê matmayînê ye ku derewan li Netewên Yekgirtî jî bike.”

Mehmûd Rubayî got jî, Jeanine Plasschaert dike ku ti agahdariya wê ji sextekariya di hilbijartinan de tune ye.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert duhî gotarek li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî pêşkêş kir û hilbijartinên 10ê Cotmehê bi pak bi nav kir.

Di çend rojên derbasbûyî de Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Îraqê Husên El-Hemîdawî peyameke gefxwarinê ji Plaskhart re şandibû.

Got jî: “Peyama me ji dewlet û rêxistinên ku rewş gihandine vê astê û setekarî di hilbijartinan de kirine re ye, hêviya we ya dûrxistina komeke bibandor û vêxistina şerekî navxwe dê têk biçe.”

Tekez kir: “Eger şerekî navxwe rû bide, dê wan ber her kesî din bişewitîne, di serî de Amerîka, Îsraîl û Siûdiye. Yan her kes dê ji ewlekarî û xweşiyê sûdê werbigirin, an jî her kes dê ji wan bêpar bimîne