Lavrov: Em piştgiriya mafên rewa yên pêkhateyên netewî û olî li Sûriyê dikin

Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û “çareserkirina krîza Sûriyê” gotûbêj kir.

Wezareta Derve yê Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, herdu aliyan “Rewşa Sûriyê û bakurê rojhilatê welat” gotûbêj kirin û tekezî li ser aktîvkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin "aliyê Rûsî amadebûna xwe ji bo berdewamkirina hewlên xwe yên alîkarîkirina Sûriyan tekez kir ku bi awayên curbicur bigihin rêkeftinan, ji bo di zûtirîn dem de serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê bi temamî vegere û mafên rewa yên hemû pêkhateyên netewî û olî garantî bike.”

Herwiha şanda MSDê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve Mîxaîl Bogdanov jî civiya.