Kurdistan24 dîdarekê derbarê Pêşeroja Iraqê û Pêgeha Herêma Kurdistanê de li dar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24, dîdarekê bi navê “Pêşeroja Iraqê û Pêgeha Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Nû de” li Silêmaniyê li dar dixe.

Dîdar îro demjimêr 15:00 dest pê dike û hejmarek ji pispor û şarezayan tê de beşdar dibin. Di dîdarê de gengeşeyeke zanistî ya vekirî derbarê pêşeroja Iraqê di çarçoveya herêmî û cîhanî de tê kirin.

Birêkxistina vê dîdarê ji aliyê Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê ve di demekê de ye, roja 10ê Cotmeha bor hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin kirin, lê heta niha beşek ji aliyên Şîeyan li dijî encaman in û bi encamdana xwepêşandanan, fişarê li komisyona hilbijartinan û aliyên din dikin, herwiha encamên dawiyê yê hilbijartinan ji aliyê komisyonê ve nehatine ragihandin û ti rêkeftinek ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê jî nîne.

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê, ji destpêka avakirina Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê ve heye, bi awayekî zanistî lêkolîn û rapirsiyan derbarê pirsên giştî yên taybet bi Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê dike, heta niha jî hejmarek dîdar pêk anîne.