Keçeke 15 salî ji aliyê YPGê ve hatiye revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Keçeke 15 salî ya ji bajarê Amûdê ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye revandin û daxwaz dike vegere malê, lê daxwaza wê tê redkirin.

Ayana Idrîs Îbrahîm, keçeke 15 salî ye û ji aliyê çekdarên YPGê ve hatiye revandin. Piştî ku Ayana hatiye revandin, mobaylek kete destê wê û karî hejmarek ji peyamên dengî ji malbata xwe re bişîne.

Ayana di wan peyaman de diyar dike, çekdarên YPGê ew û hejmareke din ji keçikên bi temenê wê revandine, tevî ku wê daxwaz ji wan kiriye wê vegerînin malê, lê daxwaza wê red kirine.

Ayana axaftina xwe bi çekdaran re jî tomar kiriye û ji malbata xwe re şandiye. Ayana di wê tomaran de dibêje: “Ez naxwzim li cem we bim. Ez dixwazin herim cem dayika xwe.” Çekdar jî jê re dibêjin: “Me hemûyan dayikan xwe hîştin û ne pêkane em te vegerînin.”

Li gor zanyariyên K24ê, bavê keçekê dibêje, ji ber ku helwesta wî ya siyasî, keça wî hatiye revandin û dibêje: Lê ez bêdeng namînin û ez ê hemû cihanê bi nûçeya revandina keça xwe agahdar bikim.

Şevîn ku meta Ayana ye ji K24ê re got, roja Yekşema borî (21 Mijdarê) dema Ayana çûye xuleke pereteriyê, ji wê re gotine ku xule bo cihekî din hatiye veguhastin û bi vî awayî jî çekdaran ew revandine.

Nasnameya Ayana

Şevîn dibêje: Roja Yekşemê demjimêr 2 piştî nîvro Ayana û du keçên din (Evîn Celal Xelîl û Hediye Enterat) ku ew jî 15 salî ne, ji bo Qamişlo hatine veguhastin. Piştî Ayana hatiye revandin, mobaylek ketiye destê wê û demjimêr 7ê şevê peyamên dengî ji malê re şandine.

Şevîn diyar dike: Ayana çendî hewl dide xwe ji çekdarên YPGê rizgar bike, lê ew rê nadinê. Ayana cihê xwe bi (GPS) ji malbatê re dişîne, heta ku bên wê rizgar bikin. Dayik û xweşkeke Ayana ligel kesekî din ku merivê wan e diçin wî cihî, lê çekdarên YPGê dayik û xweşka Ayana digirin û ew kesê din jî xwe xilas dike û direve.

Şevîn dibêje: Xweşka Ayana 16 salî ye, çekdarên YPGê 8 demjimêran lêpirînê pê re dikin û wê tometbar dikin ku ew sîxura Îranê ye. Piştre jî mobayla wê û dayikê dibin.

Diyar kir jî: Piştî nûçeya revandina keça 15 salî digihe rêxistinên mafên zarokan, ew malbat tê desteserkirin û çend roj in ti agahî li ser wan tune ye û jiyana wan di metirsiyê de.

Şevîn dibêje: Kesûkarên me hewl dane rewşa Ayana, xweşk, dayik û bavê wê bişopînin, lê desthilatdarên Rêveberiya Xweser gotine, Ayana ji wan re îmze kiriye û niha ew milkê wan e û nabe kesek pirsa wê bike.