Pispor: Eger Kavala û Demîrtaş azad nebin Tirkiye dê ji Konseya Ewropa bê derxistin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di 30ê Mijdarê de Konseya Ewropayê bi ji ber kiryarên Tirkiyê yên li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala ku niha girtîgehê de ne kom dibe. Hiqûqnas dibêjin ger berîya vê civînê Kaval û Demîrtaş azad nebin Tirkiye dê konseya Ewropayê bê derxistin. Û tevî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê pispor dibêjin pêwendiyên Tirkiye û Ewropa ne baş in.

Konseya Ewropayê di 30ê mijdarê de bi rojeva Tirkiyê kom dibe û di civînê de taybetî cibicînekirina biryarên dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê yên derbarê azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ev 5 sal in di girtîgehê de ye û karsazê tirk Osman kavala ku ev 4 salin di girtîgehê de ye dê bê nirxandin. Tirkiyê tevî biryarên dadgeha mafê mirovan ev bi salan e Demîrtaş û kavala bernedane.

Ji ber vê çendê Hiqûqnasên ku doza Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş dişopînin û di Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê de jî parastina van dozan dikin dikar dikin ku ger di 26ê Mijdarê de Kaval neyê berdan û iryarên derbarê Selahattîn Demrtaş de neyên karîgerkirin vê çacê derxistina Tirkiyê ji Konseya Ewropayê dê teqez be.

Hiqûqnas Kerem Altiparmak ji K24ê re got: “Di 26ê Mijdarê de doza Kavala heye û ez bendê me ku dê bê berdan. Ji ber ku Tirkiye neçar e biryarên Dadgeha Mafê Mirovan bicîh bîne. Dadgeh ji bo Demîrtaş û Kavala çi dibêje? Dibêje bila demildest bên azadkirin. Heta dibêje mafên wan yên jiyanê û hilbijartinê hatiye binpêkirin û bi awayekî derasayî niha girtîgehê dene. Ger ev biryar neyê karîgerkirin di civîna konseya Ewropayê de ez di vê baweriyê deme ku dê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin û dê têkiliyên bi Yekitiya Ewropayê jî têk biçin.”

Beramberî vê yekê cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Faruk Kaymakçi da zanîn ku geşedanên erênî di pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de hene û ajandeyeke pozîtîf li pêşiya her du welatan heye. Lê pisporê pêwendiyên navdewletî Prof.Dr.Haydar çakmak ev gotinên cîgirê wezarî karên derve di cîhde nabîne.

Pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Raporta Yekitiya Ewropayê derbarê Tirkiyê de çend roj beriya niha hate parvekirin. Di raporta ku hatiye parvekirin de Tirkiye di warê serdestiya hiqûqê, demkrasî, edalet û mafê mirovan de yanî di hemû mijaran de paşve maye û her lawaz dibe. Li gel vê yekê niha jî biryarên dadgea mafê Mirovan nayên cibicîkirin û Demîrtaş û Kavala nayên berdan. Ji xwe ev bi salane Tayîp Erdogan dijî Ewropa ye dê çawa pêwendî erênî bin.”

Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropayê, Yekıtıye Ewropayê, konseya Ewropayê û daîreya bilind ya dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê heta niha bi çendîn caran demildest daxwaza azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala kiriye lê hikûmeta Tirkiyê dibêje ev kesane sucdarin ji ber vê sedemê nayên berdan.Ji ber vê yekê pispor dibêjin bi egereke zêde tirkiye dê bê sizakirin.